"Pîrê ji bo çi li ser vê axê hewqas gengeşî, hewqas xwîn tê rijandin?"
"Ez nizanim lê rojekê min ji kalikê te pirsî, wî got: Ev xak pîroz e. Keştiya Nûh Pêxember li vê xakê sekiniye. Ji sê kurên Nûh Pêxember heftê û du law çêbûne. Heftê û du mal. Xwe pir mezin dîtine, serî li xwe mezin kirine. Xwedê ew ceza kirine. Sibehekê rabûne her bavek, her malek bi zimanekî peyivîne. Ji hev fêm nekirine. Her malek, bi derekê de çûye û li dinyayê belav bûne. Bavê me, lawê ma li cî ye, yanî KURÊ MAN LI CÎ. Ew kurên li dinyayê belav bûn, her bala wan li ser vê xakê ye. Her kes dixwaze vê xakê bi dest bixe. Li ser vê axê bi sedan herb, bi sedan komkujî û bi sedan koçberî çebûne. Ev xak xwînzê ye. Li her bihosta vê xakê xwîn rijiyaye û wê hîn birije jî niştimana xwînzê.
Xemgîniyeke mezin. Neheqiyeke mezintir, xwedênenas di nava xwîna me de li ser xaka me vedigevizin. Xwîna me û keda me dixwin û me tune dikin."