"...Dema ku destê xwe da wan, dît ku jîyan diherike. Wê gavê got "Bavo! Te çima heta nuha evana ji min veşartine?" Bi meraq bi awayê ku ji dil hîs bike, bi kêfxweşîya daxwazeke eşkere destên xwe da wan û got: "Belê! Ev yek dûrî duayan e." Kûr bû, germayîyeke bêhempa, germayîyeke zindî û dawetkar ku kare here hundir, jin, dil û navenda gulê! Qesra min, gula eşkere ye, kêfxweşîya min ev gul e!"
Nivîskarê gewre Lawrencê Îngîlîz, di vê berhemê de, di derbarê bawerî, mirin, jîyan, jin, mêr, evîn, ax û gelek tiştên din de mirov hişyar dike. Ne tenê hişyarkirin, mirov dihejîne û rastiya jîyanê li ber çavên mirov radixe.
Vegotinên di derbarê Îsa de çawa li cîhanê belav bûne, Lawrence bi awayekî metaforîk vedibêje. Zilamê mirî ji mezel radibe, hin caran weke fîgurekî mîtolojiya Grêkî hin caran jî weke yê mîtolojîya Misir û Roma li cîhanê digere. Hin caran mirî ye dûrî jîyanê ye, hin caran jî ji mirovên zindî bêtir di nav kelecana jîyanê de ye...